Li navca Kercewsê bi hezaran kes çû ser tirba Şêx bûbê

Li navca Kercewsê bi hezaran kes çû ser tirba Şêx bûbê

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Kercewsê li gundê Bagasê (Boğaz) bi hezaran kes çû ser gora Şêx Bûbê. Her sala di meha Cotmehê de xelk diçe ser ziyarete û 700 sale ku ev gerandina ziyaretê dewam dike.

Xelkê diçe ser ziyareta Şêx Bûbê Quran dixwîne, dia dike, qurbanan ser jê dikin, xwarinan didin xelkê. Bi sed salaye ku ev adet dewam dike, xelk li ser ziyaretê hev dibînin, sohbet dikin, govendê digerînin û adetên xwe dewam dikin.