Bi hezaran misilmanan ferza xwe ya hecê temam kir

Bi hezaran misilmanan ferza xwe ya hecê temam kir

PeyamaKurd - Heciyên ku piştî weqfeya Muzdelifeyê bi peyatî berê xwe dabûn herêma Cemeratê ya ji bo reşandina kevir, di rojên duyem û sêyem ên Cejna Qurbanê de jî erka xwe ya olî berdewam kirin.

Misilmanan bi avêtina 7 kevirên taybet ji bo her sê şeytanan wacîba xwe bi cih anîn û bûn hecî.

Ev rîtuel, wekî sembola bertek û xwenîşandana Hezretî Îbrahîm û kurê wî Îsmaîl a li hemberî şeytan a li herêma Minayê tê qebûlkirin.

Bi hezaran misilman piştî ku ferza sêyem a Hecê bi serkeftî qedandin li Mekeyê bi fermî bûn Hecî.