PeyamaKurd – Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr û Serokê Tîma Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Soriya civiyan û di civînê de li ser çawaniya pêkanîna du firqeyan ji bo hêzên Pêşmerge de gotûbêj kirin.
Li gor zanyariyan, di civîn do ya 14ê Tebaxa 2022yan de, pirsên sereke yên civînê, pêkanîna du firqeyan ji bo hêzên Pêşmerge, pêwendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Tîma Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan û hevkariyên lojistî yên hêzên Hevpeymanan ji hêzên Pêşmerge re bûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, Rêveberê Rêveberiya Hevahengî û Pêwendiyan jî di civînê de amade bû û tê de baştirkirina awayê fermandeyî û kontrolkirinê di nava hêzên Pêşmerge de kirin.
Herwiha di wê civînê de, guftûgo derbarê çawaniya pêkanîna du firqeyan ji bo hêzên Pêşmerge de hat kirin.
Di berdewamiyê de hat eşkerekirin: “Serokerkanê Wezareta Pêşmerge xweşhaliya xwe derbarê van pêngavan û baştirkirina cure û awayê alîkarî û hevkariyên lojistî yên ji hêzên Pêşmerge re nîşan da.”
Ferîq Rukin Îsa Uzêr destnîşan kir: “Ev cure hevkarî dibin sedema bilindkirina ast û karîna hêzên Pêşmerge.”
Herwiha di mijareke din a civînê de, guftûgo derbarê başkirina pêwendiyên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de hatin kirin û encamdana operasyonên hevbeş ên di navbera her du aliyan de li dijî teroristan, bi girîng hat zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin