HDK: Keleh û sekreteriya partiya me hat bombebarankirin û sehîd û birîndar hene

HDK: Keleh û sekreteriya partiya me hat bombebarankirin û sehîd û birîndar hene

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK) eşkere kir, keleh û sekreteriya partiya wan hat bombebarankirin û şehîd û birîndar hene.

Çavkaniyên ji HDKê diyar kirin: “Baregeha Sekretariyê û Kelaha partiya me li Koyê hatin bombebarankirin û hejmarek şehîd û birîndarên me hene.”

Herwiha Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Diktor Xalid li Koyê Şêrwan Celal jî destnîşan kiriye: “Bombebaran berdewam e, ji ber wê jî tîmên me nikarin bigîhin cihê bombebaranê, lê hejmarek birîndar gihîştine nexweşxaneyê.

Rêveberê Ragihandina Tendirustiyê li Koyê Hewkar Elî jî da zanîn: “2 şehîd û 7 birîndar hene ku di nava birîndaran de zarok jî hene.”

Hat ragihandin ku malên bi sedan Pêşmergeyan li nêzîkî baregeha Sekretariya Partiya Demokrat a Kurdistanê hene, ji ber wê jî tê gotin ku xelkê sivîl jî birîndar bûne û dibistana di nava kampa Azadî li Koyê de jî hat valakirin û bi dehan xwendekar ji bo derveyî kampê hatine derxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin