PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku xelata Nobel a Aştiyê bi awayekî duristî nayê dayîn û got, divê xelata aştiyê bidin min.
Trump li New Yorkê got, ji ber ‘’gelek kar’’ ên ku wî kirine xelata aştîyê ya Nobelê heq dike, divê wê xelatê bidin wî.
Trump bi bîr xist ku Serokê Berê yê Amerîka Barack Obama dema dest bi kar kiriye xelat standiye û got, ‘’Wî nizanibû çima ew xelat dane wî. Hûn dizanin? Ez jî tenê di vê mijarê de wek wî difikirim.’’
Komarîyên Amerîkî dibêjin ku Amerîka û Koreya Bakur bi rêya Trump ji nûve dest bi hevdîtinan kirine û dîyar dikin ku divê ew xelata aştîyê bistîne.
Ji bilî Obama, ji serokên Amerîka, Theodore Roosevelt, Woodrow Wilson û Jimmy Carter jî xelata aştîyê ya Nobelê standibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin