PeyamaKurd- Xwepêşandêrên li Hong Kongê, ji Yekîtiya Sowyeta berê îlhama xwe girtin ku çawa Zîncîra Baltikê çêkiribûn, niha jî Hong Kongî zîncîreka 45 km çêkirin. 11 hefteye ku li Hong Kongê xwepêşandan hene lê vê carê terzê xwepêşandanê guhertin. Vê carê li Hong Kongê li her dû aliyê lîmanê bi km yan zîncîra rêzemirovan çêkirin.
Piştî roj çû ava û tarî ket erdê, xwepêşandêr di şevê de lambayên telefonên xwe vekirin û bûn sedem ku dîmenên rengareng çêbibin. Xwepêşandêr bi destê hev girtin, rêzan çêkirin û stranan gotin.
Di 23 yê tebaxa 1989an de, di rojeka weka îro de, bo Sowyetê portesto bikin, li Estonya, Letonya û Lîtwanyayê li dora 600 km zîncîreyeka mirovan çêkiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin