PeyamaKurd – AFP ê ragihand ku wezîrê bergiriyê yê Afxanistanê Bîsmîllah Muhammedî, ragihandiye ku şerê bi Talîbanê re geştir bûye. Muhammedî piştî êrîşa Talîbanê bo ser Qale-î New ê ku navenda bajarê Badgîsê ye, ragihandina xwe kir û weha got:
“Em qebûl dikin ku şer geş bûye û em di haletekî hesas ya leşkerî de ne. Ez sozê didim ku bo parastina welat û xelkê me, bi hêzên netewî û hêzên herêmî yên berxwedar re, em ê temamê hêza xwe bikarbînin.”
Hin rêvebirên Afxanistanê ragihandine ku Talîbanê îro xwe gihandiye destpêka bajarê Badgîsê, di encamê de di nav xelkê de panîk çêbûye û mehkûmên zîdanê ji zîndana bajêr reviyane.
Parêzgerê Badgîsê Husam ed-Din Şems, bo rojnamevanan gotiye ku îro Talîbanê ji sê terefan de êrîşê bajarê Qale-î New ê kirine. Şems weha gotiye:
“Hêzên asayîşê yên Afxanistanê, li dijî wan derdikeve. Dijmin ket nav bajêr. Lê bi berxwedaneka xwurt re rû bi rû man. Piştî şerê bi 2 sietan, dijmin mecbûr ma ji bajêr vekişiya.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin