Îsraîlê bi mûsekan li Sûriyeyê da

Îsraîlê bi mûsekan li Sûriyeyê da

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Îsraîlê careke din li ser xaka Sûriyeyê, li dijî xaleke leşkerî ya li derdora bajarê Banyasê hêrişeke mûşekî pêk aniye.

Medyaya Sûriyeyê jî vê hêrişê piştrast kir û ragihand ku di encama hêrişê de wundahiyên canî çênebûne û tenê ziyanên malî pêk hatine.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê ya fermî (SANA) bi zarê jêderekî leşkerî ragihiand ku artêşa Îsraîlê nîvê şevê di demjimêr 00:20î de ji aliyê Deryaya Naverast ve bi mûşekan hêrişî xaleke leşkerî ya li derdora Banyasê kiriye.

Li gorî wî jêderî, di encama hêrişê de tenê hin ziyanên malî pêk hatine.

Ji aliyekî din ve, Rîwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Îsraîlê du mûşekan du avahiyên Ketîbeya Berevaniya Asmanî ya li derdora Banyasê kiriye şêla xwe û di encamê de agirekî mezin bi avahiyekê ketiye.

SOHRê da zanîn ku di dema hêrişê de sîstema parastina asmanî ya Sûriyeyê bersiv nedaye vê hêrişê.

Ji destpêka îsal ve ev sêyemîn car e ku Îsraîl bendera Banyasê û derdora wê hêrişan pêk tîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin