Îsraîl û Hamasê dîsa li hev kirin: Daxuyaniya Biden!

Îsraîl û Hamasê dîsa li hev kirin: Daxuyaniya Biden!

PeyamaKurd – Lihevkirineke nû bi çend saetan beriya bidawîbûna agirbesta demkî ya çar rojî ya di navbera Îsraîl û Hamasê de pêk hat.

Muzakereyên ku ji aliyê Misir, Qeter û Amerîkayê ve ji bo dirêjkirina agirbestê hatin destpêkirin, encam dan. Di encamê de li ser demeke zêde ya 2 rojan lihevkirinek hat kirin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Qeterê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Li Xezzeyê ji bo 2 rojên din "rawestana însanî" bê dirêjkirin lihevkirin.

Joe Biden: Min bi berdewamî zext lê kir

Piştî vê biryarê Serokê Amerîkayê Joe Biden daxuyaniyek da û got, ew her tim ji bo rawestandina şer zextê dikin.

Biden li ser platforma medyaya civakî X parve kir û wiha got:

"Min bi berdewamî ji bo rawestandina şer ji bo bilezkirin û berfirehkirina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê û hêsankirina azadkirina rehîneyan zext kir.

"Ez bi rêberên Qeter, Misir û Îsraîlê re di pêwendiya xwe de berdewam dimînim da ku rêkevtin di hemû aliyan de bê cîbicîkirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin