PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Îzmîrê li navça Konakê li taxa Alsancakê piştî baran bariya û av di nava rê de bû gol, jina bi navê Özge Ceren Deniz (23) û zilamê bi navê İnanç Öktemay (44) ji ber elektrîk ketiye nav avê û bi wan girt her dû jî mirin.
Deniz, dema ji aliyê rê diçe aliyê dinê lingê wê li mazgalê dikeve û dikeve erdê. Dema Öktemay dixwaze alîkariya wê bike, dikeve ber cereyana elektrîka ku qaçax kiriye û bandora xwe daye nava avê. Hat ragihandin ku berê jî li heman ciyê elektrîkê qaçax kiriye, xwe daye nava avê.
Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê gihan ciyê bûyerê û masaja dil kirin lê dema her duyan birin nexweşxanê, her dû jî li nexweşxanê can dan.
Li gor vîdeoyên bûyerê ku ketine ser medyayê, ewilî Deniz dikeve erdê û elektrîka qaçax pê digre û paşî dema Öktemay dixwaze wê rizgar bike, elektrîk bi wî jî digre.
Wê cenazê Özge Ceren Deniz li memleketê wê li Osmaniye û yê İnanç Öktemay jî li Îzmîrê defin bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin