PeyamaKurd - Pênc partiyên kurdî, Hereketa Azadî, PAK, PDK-T, PSK û PDKê ji bo hilbijartina 24ê Heziranê li Tirkiyê ‘Tifaqa Kurdistanî' ava kiribûn û di çarçoveya berfirehtirkirina tifaqê serdana Huda-Parê kirin. Biryar heye ku Tifaq Serdana HDPê jî bike.
Her çar partî û hareketa kurdî piştî civîna çapamenîyê ya li Amedê ku tifaqa xwe aşkere kiribûn, serdana Partiya Doza Azad (Huda-Par) kir.
Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik diyar kir ku ew ji aliyê Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu û heyeta wan ve hatin pêşwazîkirin û wiha got: "Me li ser navê tifaqê nameyek radestî serokê Giştî yê Huda-Parê kir.Di nameyê de me prensîbên xwe yên siyasî ji bo tifaqa hilbijartinê pêşkêşî wan kir. Me got Huda-Par û HDP jî tê de em dixwazin li ser van prensîban bi dor û bereke berfireh tifaqeke pêk bînin."
Biryar e partiyên ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê' pêk anîne dê roja 4 ê Gulanê li Amedê li gel Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDPê) Pervin Buldanê jî derbarê hilbijartinana hevdîtinekê de pêk bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin