Nirxê dolar 8.50 TL yê euro jî 10 TL derbas kir

Nirxê dolar 8.50 TL yê euro jî 10 TL derbas kir

PeyamaKurd – Daketina nirxê lîreyê tirk li heber dolar û euro berdewam dike û îro Sêşemê, nirxê dolorekî 8.50 TLyê tirkî û yek euro jî 10 TL derbas kir.

Ev demek e Tirkiye rûbirûyî krîzeke kûr bûye ku deshilatdarî li hemberî wê xemsar dimîne û qebûl nake krîzek heye.

Nnirxê dolar û euro her roj li hember lîreyê tirk zêde dibe û êdî Banka Navendî ya Tirkiyê nikare deynên dolar ê derve bide.

Îro Sêşemê jî li bazarên Tirkiyê, dolarek gihîşt zêdetirî 8.50 TL ku rekoreke din şikand û nirxê euro jî 10 TL derbas kir.

Herwiha grama zêr jî li hember lîreyê tirk nirxê xwe zêde kir û gihîştiye 520 Tlyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin