PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî êrîşên li ser Cemxaneyên bajarê Enqere yê Tirkiyê, li Almanyayê jî êrîşek li dijî saziyeke Elewîyan a wekî Cemxane tê bikaranîn hat kirin.
Li gorî ragihandina Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdan Cuma Erçe, hin êrîşkaran êrîşî navenda wan a li devera Durenê kirine û ziyan gihandine avahiyê.
Herwiha piştî êrîşê Konfederasyona Elewîyan a Ewropayê jî derbarê bûyerê de daxuyanî da û li dijî bûyerê nerazîbûn nîşan da.
Di daxuyaniyê de, hatiye gotin ku ew êrîşa ji aliyê hin kesên hîn nasnameyên wan diyar nebûne ve hatiye kirin, berdewama êrîşên dijî Cemxaneyên Enqerê û Serokê Cemxaneya Kartal a Stenbolê ye û ne tesadufî ye.
Herwiha hat diyarkirin ku polîsê Alman li ser bûyerê lêpirsînê dike û heger zanyariyan bi dest bixin ew dê bi raya giştî re parve bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin