PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden wê roja Înê bi rêya telefonê bi Serokomarê Çînê Xi Jinping re, di derbarê Ukrayna de biaxive.
Berdevka Qesra Spî Jen Psaki eşkere kir, Biden û Jinping wê li ser şerê Rûsya û Ukrayna û pêwendiyên dualî biaxivin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Çînê heta niha kiryarên Rûsya yên li Ukrayna şermezar nekirine û ew wan tevgeran wek “dagirkerî” nabîne.
Biden û Jinping, berî werin ser rêvebirîyên welatên xwe hev du dîtine, lê ji destpêka seroktiya Biden vir ve ew hîn rûbirû neaxivîne. Her du rêber herî dawî di meha Mijdarê de bi rêka vîdeokonferansê axivîbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin