HSD: Di êrîsa Tirkiyeyê de 4 servan hatin kustin

HSD: Di êrîsa Tirkiyeyê de 4 servan hatin kustin

PeyamaKurd- Ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) ve hat ragihandin ku di êrîşa hêzên Tirk a li dijî bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê de 4 şervanên wan hatine kuştin.

Di daxuyaniya HSDê de hat ragihandin ku duh bi rêya dronê, ji aliyê artêşa Tirk ve xaleke Hêzên Erkê Xweparastinê ya li Amûdê hatibû bombekirin û di encama vê êrîşê de 4 şervan hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku artêşa Tirkiyeyê, bombebaran û êrîşên xwe yên li ser qadên sivîl ên bajarê Kobanê û gundewarên wê, zêde kirine û di encama van êrîşan de zarokek hatiye kuştin û 4 kesên ku di nav wan de jin jî hene, birîndar bûne.

Rayedarên HSD, bi rêya daxuyaniyê bang li raya giştî ya cîhanê jî kir ku zêdebûna êrîşên Tirkiyeyê ya li hember qadên sivîl, binpêkirina peymanên navneteweyî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin