PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya 24 saetên rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand ku 138 kesên din bi Covid-19 ketine û 2 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê da xuyakirin, di nav 24 saetên dawî de 138 kesên din bi vîrusa koronayê ketine, 2 kesan wefat kiriye û 105 nexweş jî baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 107 hezar û 186 bi Koronayê ketine, 3 hezar û 501 kes pê mirine û 102 hezar û 545 kes jî baş bûne ku niha hezar û 140 kes jî têne tedawîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin