PeyamaKurd - Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku partiya wî daxwazên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) baş fêm dike. YNKê di civîna doh de bi hejmar û bi nav çend daxwaz ji PDKê kirine.
Fazil Mîranî piştî beşdariya merasîma çileya şîna nivîskar û rojnamevan Seîd Yehya Xeyat a li Hewlêrê, bersiv da pirsên rojnamevanan.
Li ser peywendiyên wan ên li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Fazil Mîranî destnîşan kir: “Yekîtiya Niştimanî hevbeşeke me ya giring e. Hevbeşa dîrokî û erdnîgarî ye. Em vê yekê înkar nakin. Di bîr û baweriya PDKê de ev tine ku hevbeşiya me li ser wezaretek yan postek ji nav biçe. Serok Barzanî bi berpirsyarî li ser vê yekê rawestiyaye.”
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî “Dema wê hatiye ku em berjewendiyên xwe yên şexsî nexin ser berjewendiyên partiyên xwe. Dema wê jî hatiye ku em partiyên siyasî berjewendiyên partiyan nexine ser berjewendiyên milet û welatê xwe, eger em wisa bikin, miletê me dê di aştî û bexteweriyê de bijî.”
Li ser postên ku YNK dê werbigre Fazil Mîranî got: “Rêkeftineke me heye, Serokê Parlementoyê li gor lojîk û li gor rêkeftinan pişka birayên me yên Yekîtiya Niştimanî ye, ji ber ku lîsteya duyem in û em li benda wan in ku berbijêrê xwe diyar bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin