PeyamaKurd- Heya niha dema li Kurdistanê hukumet ava dibûn PDK û YNK di nava xwe de humukumetê par dikirin lê niha PDK vê yekê qebûl nake. Berdevkê PDKê yê baregeha pêwendiyên derve Hoşyar Sîweylî ragihand ku pêwiste partî dest bi gotûbêjên bo avakirina hukumeta nû bike.
Di parlementoya Kurdistanêde tenê 21 kursiyên YNKê hene û bo danîna hukumeta nû, divê bi hemû aliyan re têkilî bên danîn.
Sîweylî wiha got: “PDK bi şêweyekî cidî dê gotûbêjan ligel YNKê bike ji bo avakirina hikûmetê, ji ber ku YNK ji bo me û ji bo aramiya Kurdistanê girîng e, lê pêwîst e YNK jî zanibe ku kursiyên wê 21 kursî ne û kursiyê PDKê jî 45 kursî ne û dema ku daxwaz şirîkatiyê dikin, pêwîst e her alî û li gorî kursiyê xwe kursiyan di nava hikûmetê de bistîne û nabe YNK daxwaza nêvî yan 50 bi 50 bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin