PeyamaKurd – Li Diyarbekirê ji aliyê şaredariya mezin ya bajêr de, şanoya bi navê “Niwêş Niwêşî” ya bi zaravayê Zazakî danîn ser dikê. Li gor ragihandina daîra çand û karê civakî ya şaredariyê, xebatên çand û hunerî di çarçova bernama demsala Feqiyê Teyra ya çandî de dewam dikin.
Şanoya “Niwêş û Niwêşî” ku di Kurmanciya jorîn de tê vateya “Nexweşê Nexweşînê” ji aliyê nivîsarê bi nav û deng yê Fransiz Moliere de hatibû nivîsandin, ji aliyê şanoya Şehr-î Bîngol de kirine ser zaravayê Zazakî.
Hat ragihandin ku şano li Diyarbekirê bi kêfwxeşî ji aliyê temaşevanan de hatiye temaşekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin