Lubnanê yekem kestiya dexl û dahn a Ûkraynayê qebûl nekir

Lubnanê yekem kestiya  dexl û dahn a Ûkraynayê qebûl nekir

PeyamaKurd – Lubnanê yekem keştiya dexl û dahn Razonî ya ji Ûkraynayê bi rê ketibû, ji ber derengmana radestkirinê qebûl nekir.

Di çarçoveya peymana dexl û dahn a di navbera Ûkrayna, Rûsya, Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî de ku di 22yê Tîrmehê de hatibû îmzekirin, keştiya bi garis bibarkirî Razonî, ji Bendara Odessayê ber bi Lubnanê ve bi rê ketibû.

Balyozxaneya Beyrûdê bi daxuyaniyekê diyar kir, ew ji ber ku radestkirin ji 5 mehan zêdetir dereng maye, keştî qebûl nekirine.

Herwiha li bende bûn ku keştiya Razonî ya bi 26 hezar ton garis bibarkirî, di 7ê Tebaxê de bigihîje Lubnanê.

 Li gor Serokê Veguhestinê yê Lubnanê Alî Hamiya diyar kir: “Keştiya bi garis bibarkirî ya ji Odessayê bi rê ket, divê bigîhişta Bendera Trablusşam a Lubnanê, lê beriya keştî bigîhije xala gihîştinê, rêya xwe guhert.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin