Zaharova: Amerîka û Fransa, di wê mijarê de têk çûn

Zaharova: Amerîka û Fransa, di wê mijarê de têk çûn

PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova ragihand ku Amerîka û Fransa, di rola xwe ya navbeynkariyê ya di başkirina pêwendiyên Ermenîstan û Azerbaycanê de têk çûne.

Mariya Zaharova, di civîna çapemeniyê ya heftane ya ku li Moskowê hat lidarxistin de li ser mijarên rojane axivî.

Zaharova bal kişand ser rewşa Korîdora Laçîn a li herêma Qerebaxê û diyar kir ku li gorî daxuyaniya sê alî ya ku di sala 2020î de ji aliyê serokên Rusya, Azerbeycan û Ermenîstanê ve hatibû destnîşankirin, ji bo çareserkirina rewşê gavên pêwîst hatin havêtin. Zaharova tekez kir ku ji bo Ermenîstanê girîng e ku ji bo dîtina çareyên pejirandî yên ji bo vê rewşê tevkariyê bike.

Zaharova di dewama daxuyaniyê de got, "Nûnerên Fransa, bi taybetî Yekîtiya Ewropa (YE) û Amerîkayê, ji bo asayîkirina Ermenîstan û Azerbeycanê ji bo rola 'navbeynkarekî rastdar' serlêdan kirin. Ji ber rewşa heyî, di vî warî de bi ser neketin.  Însiyatîfa rasteqîn a Washington û Parîsê li ser esasê siyaset û konjonkturê ye. Di planên wan de fikarên li ser çarenûsa gelên herêmê tuneye.”

Zaharova, bal kişand ser rewşa Sudanê jî û li ser nîgeraniya welatê xwe ya pevçûnan got, "Em bang li aliyên nakok dikin ku vîna siyasî û xwerêveberiyê nîşan bidin û ji bo agirbestê gavên lezgîn bihavêjin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin