Ursula Von Der Leyen bû Seroka Komisyona Ewropayê

Ursula Von Der Leyen bû Seroka Komisyona Ewropayê

PeyamaKurd- Wezîra Berevaniya Almanya ya berê Ursula Von Der Leyen ku weke dosta kurdan tê zanîn weke Seroka Komisyona Ewrûpa hat hilbijartin

Wezîra Berevaniya Almanya ya berê Ursula Von Der Leyen ji aliyê Parlementoya Yekîtiya Ewropayê (YE) weke Seroka Komisyona Ewropayê hat hilbijartin.

Di hilbijartinê da Von Der Leyen 383ê deng bidest xist û 327 parlamenteran jî, bi nexêr deng dan, hejmarek parlamenter jî deng nedan.Piraniya fraksiyonên nav Parlamentoya Yekîtiya Ewropaê piştevaniya Von Der Leyen ji bo Seroka Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê kirin.

Hejayî gotinê ye ku Ursula Von Der Leyen yekem jin e dibe Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê. Herwiha Ursula Von Der Leyen li çendîn helkeftên cuda de, wekî Wezîra Berevaniya Almanya seredana Herêma Kurdistanê kiribû û  piştevaniya welatê xwe ji bo Hêzên Pêşmerge ragihandibû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin