Îsraîlê li baregehên Hizbullahê yên li Sûriyeyê xist

Îsraîlê li baregehên Hizbullahê yên li Sûriyeyê xist

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku frokeyên wan ên şer, şeva çûyî li dijî du baregehên Hizbullaha Lubnanê yên li ser axa Sûriyeyê hêrişan pêk anîne.

Di daxuyaniya Artêşa Îsraîlê de di derbarê ziyanên hêrişan de ti agahî nehatiye parvekirin.

Ajansa Nûçeyan a Cîhana Erebî (AWP) jî di derbarê hêrişên Îsraîlê de nûçeyekê belav kir û diyar kir ku artêşa Îsraîlê, ji ber destûrdana li ser axa wê pêkanîna çalakiyên leşkerî yên Hizbûllahê, rejîma Sûriyeyê tawanbar kir.

Di nûçeyê de hate gotin ku artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de gotiye “Em ê bi ti awayî destûrê nedin hewlên ku dixwazin di eniya Sûriyeyê de hêzên Hizbûllahê bikeysbikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin