Tirkiyê ji bo Xan Sêxûn û Morekê bang li Rûsyayê kir

Tirkiyê ji bo Xan Sêxûn û Morekê bang li Rûsyayê kir

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Erebî hikûmeta Tirkiyê daxwaz ji Rûsyayê kiriye ku rejîma Sûriyê ji bajarokên Idlibê Xan Şêxûn û Morekê ku 22yê Tebaxê kontrol kiribû hêzên xwe vekişîne.

Di nûçeya ku bi zarê berpirsekî payebilind ê artêşa Sûriyê hatiye veguhestin de tê gotin, rêveberiya Enqerê daxwaz ji hêzên çekdarên Rûsyayê kiriye zorê bidin rejîma Sûriyê ku Morek û Xan Şêxûn jî di nav de ji deverên ku di meha tebaxê de xistine kontrol kiriye hêzên xwe vekişîne.

Piştî bangewaziya Tirkiyê, hat diyarkirin ku hêzên rejîma Sûriya ji xala çavderiyê ya artêşa Tirkiyê ku li bajaroka Morekê ye vekişiyane, lê li şûna wan polîsên leşkerî yên rûsî hatine bicihkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin