Wezareta Iraqê li xebatkarên xwe bikaranîn telefonên biaqil qedexe dike

Wezareta Iraqê li xebatkarên xwe bikaranîn telefonên biaqil qedexe dike

PeyamaKurd - Wezareta Avadanî û Cihyarkirinê ya Iraqê ragihand ku li hemberî rîska belavkirina belgeyên nepenî yên fermî, bikaranîna telefonên biaqil li xebatkaran wezaretê hatiye qedexe kirin.

Wezîrê Wezareta Avadanî û Cihyarkirinê Bengin Rêkanî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li hemberî rîska belavkirina belgeyên dewletê yên nepen, di dema karkirinê de telefonên biaqil (smartphone) hatine qedexekirin.

Li gorî biryara wezaretê, xebatkarên wezareta di dema karkirinê de wê nikaribin telefonên xwe yên biaqil bikar bînin. Ji aliyê din ve destûr heye ku telefonên din bêne bikaranîn.

Wezaret derbarê mijarê de rijd e û teqez dike ku fermanberên ku pêgirî vê qaîdeyê nebin, dê derbarê wan de miameleyên destûrî bêne kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin