Serok Barzanî ji bo malbata Qazî peyameke sersaxiyê belav kir

Serok Barzanî ji bo malbata Qazî peyameke sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê bi sedema koça dawî ya Yusif Qazî peyamekî serxweşiyê belav kir.

Serok Barzanî bi sedema koça dawî ya (Yusif Qazî) ji malbata Yusif Qazî û tevahiya nîştecihên bajarê Mihabadê re sersaxî xwest.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata rêzdar Qazî li Mihabadê

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Kak Yusif Qazî gihîşt me û em xemgîn kirin.

Li vê helkefta xemgîn da serxweşiyê li malbata we ya birêz û tevahiya hevalên Kak Yusif û xelkê xweşdiviyê Mehabadê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin daxwaz dikim giyanê Kak Yusif bixe ber dilovaniya xwe û hedarê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
16.12.2019

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin