PDK ji YNKê re: Ji bo rizgarkirina Sengalê me bi sedan sehîd dan!

PDK ji YNKê re: Ji bo rizgarkirina Sengalê me bi sedan sehîd dan!

PeyamaKurd – Li ser daxuyaniya YNKê ya ku dibêje Kurdên Êzidî li Şengalê ji aliyê PDKê ve bi tenê hatin hiştin, PDKê got, “Serok Mesûd Barzanî heta rizgarkirina Şengalê 2 salan li eniyên şer ma. Ji bo rizgarkirina Şengalê me bi sedan şehîd dan.

Di peyamekê de ku doh ji aliyê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve ji bo salvegera jenosîda Şengalê hat belavkirin, hat gotin, “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi wê yekê hat tohmetbarkirin ku Êzidiyan li Şengalê bi tenê hiştine.

Di daxuyaniya PDKê de derbarê vê tohmetê de wiha hat gotin: “Mekteba Siyasî ya YNKê bi rijandina hêsirên tîmseh bo qurbaniyên vê karesatê û xizmên wan, hewl dide vê karesata niştimanî ji bo armancên xwe yên teng ên siyasî û hizbî bikar bîne û rastiyan berovajî bike."

Daxuyaniyê bi van gotinan dewam kir:

“Hemû gelê Kurdistanê, şervan û hêzên koalîsyonê şahid in ku PDKê li Şengalê xwîn da (şehîdên xwe gotin) û bi fedekariyên xwe zirar dît û ew ê vî mafî radestî PDKê bikin. Di karesateke mezin a weke Komkujiya Şengalê de PDK bi tenê ma û hewl da vê bûyerê bi tena serê xwe çareser bike û Şengalê ji destê DAIŞê rizgar bike.”

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin