Ednan Zurfî: Dê bi Herêma Kurdistanê re pirsgirêkan çareser bikim

Ednan Zurfî: Dê bi Herêma Kurdistanê re pirsgirêkan çareser bikim

PeyamaKurd - Raspartiyê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Ednan Zurfî di yekemîn gotara xwe de ragihand, dê hewl bide bi Hikûmeta Herêma  Kurdistanê re pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike û diyar kir, ew piştevaniya hêzên Pêşmege jî dike.

Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Ednan Zurfî karnameya kabîneya xwe aşkere kir û ragihand, ku ew dê hewl bide pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê çareser bike û  herwiha ew dê piştevaniyeke temem li parêzgehan û hikûmetên xwecihî bike.

‘Ew dê pişgiriya saziyên emnî û hêzên Pêşmerge bike’

Zurfî amaje bi wê yekê jî kir, ku ew dê pişgiriya saziyên emnî û serbazî bide û wan pêş bixe û tekezî li ser piştevaniya xwe bo Desteya Heşda Şeibî û hêzên Pêşmerge kir, ku beşek ji sîstema serbazî û berevaniya Iraqê ne.

Serokwezîrê raspartî yê Iraqê herwiha destnîşan kir, ew dê di şandina projeyasaya bûdceya 2020an de ji bo parlamentoya Iraqê de lezê bike, da ku zû bê pejirandin.

Ednan Zurfî da xuyakirin, ew d kar bike ji bo ku çek tenê di destê dewletê de bin û hemû diyardeyeke çekdarî nemîne, herwiha ew dê hewl bide desthilata dewletê bisepîne.

‘Di nava salekê de ji bo encamdana hilbijartineke azad û şefaf amadekariyên pêwîst bike’

Zurfî tekez kir, ew dê di nava salekê de ji bo encamdana hilbijartineke azad û şefaf amadekariyên pêwîst bike.

Ednan Zurfî ji Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî ye û duh 17ê Adarê bi fermî ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta wî welatî hate erkdarkirin.

Erkdarkirina Zurfî bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê piştî wê yekê hat, ku Mihemed Tofîq Ellawî nekarîbû di wê yekê de serkevtî be, lewma ji pêkanîna hikûmeta nû vekişiyabû.

Berhem Salih, Ednan Zurfî bo pêkanîna kabîneya nû erkdar kir

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin