Tenduristiya Dibistanên Kurdistanê ji bo mamosta û karmendan asankariyê dike

Tenduristiya Dibistanên Kurdistanê ji bo mamosta û karmendan asankariyê dike

PeyamaKurd – Berpirsê Tenduristiya Dibistanên Kurdistanê diyar kir, ji bo ku mamosta û karmendên dibistanan bikarin bi hêsanî derziya Koronayê li xwe bidin, asankarî ji bo wan tê kirin.

Li gor Berpirsê Tenduristiya Dibistanan li Wezareta Tenduristiya Kurdistanê Ebdullah Mihemed Hacî daye zanîn, piştî biryarên vê dawiyê yên Komîteya Bilind ya Rûbirûbûna Koronayê, navendên lêdana derziya Koronayê gelekî qerebalix bûye û rojane gelek kes diçin derziyê xwe lê didin.

Ebdullah Mihemed Hacî herwiha eşkere kiriye, ji bo ku mamosta û karmendên dibistanan bikarin bi hêsanî û zû derziyê li xwe bidin, me biryar da heyama navbera doza yekem û doza duyem ya derziyê ji 51 rojan dakeve 21 rojan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin