Nêçîrvan Barzanî bi wezîrên Brîtanya re civîya: Ji bo çareseriyê pêwîstî bi îradeyeke siyasî heye

Nêçîrvan Barzanî bi wezîrên Brîtanya re civîya: Ji bo çareseriyê pêwîstî bi îradeyeke siyasî heye

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 1ê Kanûnê li Hewlêrê bi şanda Brîtanyayê ya ji Wezîrê Brîtanya yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa James Cleverly û Wezîrê Dewletê yê Karûbarê Hêzên Çekdar James Heappey pêk dihat re civiya.

Di civînê de, Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê yên ji bo piştgîrî û hevkariyên Brîtanya di şerê dijî terorê de dûpat kir û ragihan, pêwîst e îradeyeke siyasî li Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda hebe û sîstema federalî wekî di destûrê de hatiye bi bingeh bê girtin.

Di civînê de, her du aliyan peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê ligel Brîtanya, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, kêşeyên Hewlêr – Bexda û berdewamiya metirsî û gefên DAIŞê guftûgo kirin û hevrê bûn ku ji bo şerê dijî terorê hê jî hevkarî û piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst e.

Serokê Herêma Kurdistanê, serdana her du Wezîrên Brîtanya ya Herêma Kurdistanê di vê rewşê de ku ji ber belavbûna virusa Korona cîhan di demeke dijwar re derbas dibe, cihê pêzanîn û peyameke erênî da zanîn û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Brîtanya li hemû waran da dûpat kir.

Wezîrên Brîtanyayê spasî û pêzanînên welatê xwe ya ji bo rola Herêma Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge di şerê dijî terorê û têkşikandina DAIŞê de dûpat kir û ragihandin, Brîtanya di hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûn û jinavbirina yekcarî ya terorê û metirsiyên DAIŞê û yarmetîdana Hewlêr û Bexdayê ya ji bo çareserkirina kêşeyan de berdewam dibe.

Hilbijartinên dahatû ya Iraqê, pêşketinên navçeyê bi giştî, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel welatên cîran û çend pirseke ji bo her du aliyan girîng bûn, mijareke din a civînê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin