Li Agiriyê otobus qelibî: 16 birîndar

Li Agiriyê otobus qelibî: 16 birîndar

PeyamaKurd- Li Kurdistana Bakûr li bajarê Agiriyê li navçeya Patnosê otobusek qelibî û kete şarampole. Di encamê de 16 kes birîndar bûn.

Otobusa qelibî sefera navbera Patnos û Wanê dikir. Rêwiyên ku birîndar bûn ji aliyê tîmên lezgîn yên 112an ve hatin birin bo nexweşxaneya dewletê ya Patnosê. Lê ji birîndaran 5 kes ji wan piştî mudaxeleya pêş hat kirin, wan şandin bo nexweşxaneyên Wanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin