Serokwezîr: Ez kêfxwes im ji ber vegera bi selametî ya welatiyên me

Serokwezîr: Ez kêfxwes im ji ber vegera bi selametî ya welatiyên me

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê vegera hejmarek koçberên li ser sînorê Belarûs û Polandayê de peyamek belav kir û diyar kir: “Em berdewam dibin di xebata ligel hikûmeta federalî û hevbeşên me de ji bo anîna hemû wan kesên dixwazin vegerin mala xwe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê kêfxweşiya xwe ji ber vegera hejmarek koçberan nîşan da û da zanîn: “Ez kêfxweş im ji ber vegera bi selametî ya welatiyên ku li sînorê navbera Belarûs û Polandayê asê mabûn. Çîrokên wan alîkariya hewldanên me dike ji bo dubarenebûna vê rewşê.”

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir: “Em berdewam dibin di xebata ligel hikûmeta federalî û hevbeşên me de ji bo anîna hemû wan kesên dixwazin vegerin mala xwe.”

Di beşeke din a twîtê de hatiye destnîşankirin: “Ez spasiya karmendên balafirgeh û aliyên pêwendîdar ên hikûmet û rêxistinên nehikûmî û xwebexş dikim ji ber hêsankariya wan a ji bo vegerandina welatiyên me.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin