PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li ser pêşîgirtina nexweşiya vîrusa koronayê ragihand, tenê derziyek dikare jiyanê asayî bike ku jiyana bi milyonan mirovan û ziyana milyaran dolaran ji holê rake.
Guterres di vîdyokonferansa ligel berpirsên 50 welatên Afrîkayê yên endamên Neteweyên Yekbûyî de xwest ku karê ji bo çêkirina derziyê bê zêdekirin û her kes karibe jê sûdê werbigire.
Guterres da zanîn ku bi saya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Neteweyên Yekbûyî kariye amûra testa Covîd-19 bide 47 welatên Afrîkayê û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Sekreterê Giştî yê NY got: "Piştî ku li dijî Covîd-19 derziyeke pêbawer û bibandor hate çêkirin, hingî hesta asayîbûnê wê li cîhanê vegere."
Guterres diyar kir ku ew hêvîdar e heta dawiya salê derziyek bê çêkirin û destnîşan kir: "Derziyeke bi vî rengî wê jiyana bi milyonan mirovî û bi milyaran dolarî rizgar bike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin