PeyamaKurd – Navenda Herêma 15emîn a Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê, ji bo nêçîra pevkoziyên Dêrsimê ku pîroz in îhale vekir.
Li gorî îhaleya ku hatiye vekirin, tê plankirin nêçîra 17 pezkoviyên bajarê Dêrsimê yên ku pîroz in û ti kes dest nade wan bê kirin.
Hat zanîn ku îhaleya nêçîrê 13ê Tîrmehê tê encamdan ku çav li rê ye qedexeya nêçîra pezkoviyan a 2019an a parêzgariyê were binpêkirin.
Beriya niha jî ji bo qedexekirina nêçîrê ji aliyê şêniyên Dêrsimê ve kampanyayên îmzeyan hatibûn kirin ku parêzgarîya Dêrsimê neçar mabû qedexe bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin