PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku Rûsya ji herêma Hersonê ber bi çepê peravê çemê Dniproyê de, ji 30 hezarî zêdetir leşker û 5 hezar alavên teknîkî vekişandine. Wezaret weha got:
“Di encama rêvebiriyeka baş û tevgerên bi koordîne, li rastê çemê Dniproyê ne sîlih ne jî teçhizat nemaye. Alavên ku pêdiviya wan bi tamîrê hene, me wan jî vekişand. Tevî artêşa Ûkraynayê ber li me girt jî ti zayîatên me tine ne. Yekîneyên leşkerên Rûsyayê li çepê çemê Dniproyê di çeperên bergiriyê de xwe bicîh kirine.
Em bi çekan li artêşa Ukraynayê yên ku xwe li rastê çemê Dniproyê bicîh kirine, dixin. Sîstemên hewayî yê Rûsyayê û sîstemên elektronîk yên şer hewlên êrîşê fuzeyên Ûkraynayê da rawestandin. Me ber li 33 fuzeyên HIMARS yê malê Amerîkayê girt. Di 2 rojan de Ukrayna nikaribû 10 km pêşde here.
Ji xwe me biryarê dabû ku xeta bergiriyê ya bajarê Hersonê bi temamî bikşînin çepê çemê Dniproyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin