Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 898 kesên din bi koronayê ketine û 4 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro Yekşemê ya rewşa vîrusa koronayê de eşkere kir, di nav 24 saetên borî de 898 kes bi koronayê ketine ku 380 pêketiyên nû li Silêmaniyê ne.

Wezaretê diyar kir ku 4 kesan can daye û 442 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan bi giştî gihîşt 194 hezar û 705 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 540 kes û heta niha 180 hezar û 675 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin