PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku baskê siyasî yê HSDê ye, ragihandiye ku rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê amade ye %75 nefta Rojavayê Kurdistanê radestî rêjîma Sûriyê bike.
Ev demek e şandeke MSDê ji bo gotûbêjkirina çend mijarên mîna neft, gumrik, perwerde û xizmetguzariyên Rojava bi berpirsên Rûsya re, li paytexta Rûsya Moskowê ye.
Hat ragihandin ku şanda MSDê bi berpirsên wezareta derve ya Rûsyayê re hevdîtin kirine û armanca wan jî ew e rêya rêkeftineke yekacarî bi rêjîma Sûriyê re xweş bikin.
Jêderekî ji Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re daye xuyakirin, berpirsên MSDê diyar kirine ku ew li şûna berpirsên rêjîma Sûriyê dixwazin bi berpirsên Rûsya re bicivin loma çûne Moskowê.
Herwiha di hevdîtinan de berpirsên Rûsya daxwaz kirine %75 nefta Rojava teslîmî hikûmeta Sûriyê bê kirin, li hember wê yekê Rûsya deriyê sînorî yê Til Koçer veke û ew dergeh ji aliyê rêveberiyek hevbeş ve were birêvebirin.
Wî jêderî daye xuyakirin ku şanda MSDê razî bûye û diyar kiriye ku rêveberiya xweser amade ye %75 nefta Rojavayê Kurdistanê teslîmî rêjîma Sûriyê bike.
Li ser gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê jî wî jêderî got, Rûsya daxwaz ji MSDê kiriye bila rêveberiya xweser bihêle hêzên rêjîma Sûriyê li deverên sînorî û ew deverên ku metirsiya êrîşa Tirkiyê heye, bicih bibin lê MSD û HSDê ev daxwazî red kirine lê îhtimala wê heye di civînê de li hev bikin.
Li gorî agahiyên wî jêderî, şanda MSDê razî bûye dezgehên xizmetguzarî û perwerde yên rêjîma Sûriyê vegerin Rojavayê Kurdistanê, li hember jî rêjîma Sûriyê programa xwendinê ya rêveberiya xweser pesend bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin