PeyamaKurd - Îro li bajarê Reqayê yê Sûrîyê berpirsê asayîşa giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) bi çekeke bê deng hat kuştin.
Li gorî zanyarîyên Ajansa Nûçeyan a Spûtnîka rûsî, li bajarê Reqayê berpirsê asayîşa giştî yê HSDê Fewaz El Zahir ji alîyê hinek kesên nenaskirî ve hat kuştin. Li gorî heman çavkanîyê berpirsê asayîşa giştî ya HSDê Fewaz El Zahir bi çekeke bê deng li nêzîkî rêveberîya geştiyarîyê li navenda Rewayê hatîye kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku berîya çend rojan jî berpirsekî din a HSD bi navê Heval Şêro li navçeya Seken Şebabî li Reqayê bi guleyan hatibû kuştin û 2 fermandarên wî jî bi giranî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin