Rojava li benda meha Êlûnê ye!

Rojava li benda meha Êlûnê ye!

PeyamaKurd- Serokê Konseya Ewlehiyê yê Netewên Yekbûyî Olof Skoog got ku Nûnerê Taybet yê Sûriyê yê Netewên Yekbûyî Staffan de Mistura wê di dawiya Êlûnê de Komîteya Makezagona Sûriyê bide destpêkirin.

De Mistûra ji Cenîwê bi rêya vîdeo konferansê beşdarî civîna Sûriyê bû û agahiyên dawî parve kirin.

Serokê Konseya Ewlehiyê yê Netewên Yekbûyî yê meha Temûzê Olof Skoog got ku Staffan de Mistura wê beşdarî civîna Turkiye, Rûsya û Îranê ya li Soçiyê bibe. De Mistûra dixwaze ku di dawiya Êlûnê de Komîteya Makezagona Sûriyê bide destpêkirin.

Ji xeynî vê, lîsteya komîsyona makezagonê hatibû eşkerekirin. Lîste ji 50 kesî pêk tê. Di vê lîsteyê de du Kurdên endamên ENKSê Hewas Egîd û Zehra Muhammed jî cih digirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin