PeyamaKurd – Medya Îsraîlê ragihandiye ku artêşa Îsraîlê ji bo tunekirina tunelên binerd ên Tevgera Hemasê operasyoneke berfireh li herêmên xistine kontrola xwe daye destpêkirin.
Piştî belavbûna nûçeya derbarê tunekirina tunelên Xezeyê de, artêşa Îsraîlê bombebarana ser tunelan belav kir.
Fermandariya Başûr a Artêşa Îsraîlê jî piştrast kir ku piştî kontrola qadên li Xezeyê operasyonên endezyarî hatiye destpêkirin û ragihand, “Emê hemû tunelan hilweşînin, wê ev der bibe herêma mirinê. Wan xeta kir ku cihekî nikarin jê birevin hilbijartin. Wê hemû di van tunelan de bimrin.”
Hêjayî gotinê ye, ji 7ê Cotmehê piştî êrîşa Hemasê ya ser Îsraîlê ve, Xeze 28 roj in bi tundî tê bombebarankirin ku artêşa Îsraîlê îro 3yê Mijdarê jî operasyona tunekirina tunelên Hemasê ragihand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin