PeyamaKurd – Protesto û karvedanên daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu yên hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê hikûmeta Beşar Esed û daxwaza lihevanîna rejîma Sûriyê û komên opozîsyonê dewam dikin.
Li hemû bajar û herêmên di bin kontrola Tirkiye û komên çekdarên opozîsyonê de, li dijî van daxuyaniyên Tirkiyê xwepêşandan berdewam dikin û ji bilî şewitandina alên Tirkiyê protesto gihîştine baregehên artêşa Tirkiyê yên li nav Sûriyê jî.
Li ser mijarê herî dawî Meclîsa Îslamî ya Sûrî ku bi ser opozisyonê de ye, daxuyaniyek belav kir û got, “Lihevkirina ligel rejîma Sûrî tê wateya lihevkirina terora herî mezin a li herêmê ku gefê li welat û gelên cîran dike, herwiha lihevkirina bi rejîma Sûrî re dijî biryarên navdewletî ye, ev jî wek lihevkirina ligel DAIŞ, HSDê û PKKê ye.”
Di daxyaniya Meclîsa Îslamî ya Sûrî de hatiye diyarkirin ku mafê gelê Sûriyê ye bi hemû saziyên xwe yên şoreşgerî, sivîl û serbazî vê nerînê (lihevanîna bi rejîmê re) red bike û ne mafê ti kesî ye li cihê gelê Sûriyê biryarê bide, lê di heman demê de jî nabe gelê me alayan bişewitîne û zirarê bigihîne saziyan û mal û milkên taybet û giştî.
Rêxistina sîwan a opozîsyonê Îtilafa Sûrîyê jî îro derbarê protestoyan û daxuyaniyên lihevkirina bi rejîmê re daxuyaniyek belav kiribû û gotibû ew bi Tirkiyê re tim li ser xetê ne û daxuyaniyên hatine dayîn jî wekê daxwaza bicihanîna biryara 2254ê ya Neteweyên Yekbûyî û veguhestina siyasî ya giştî dinirxînin û herwiha ji bo dadgehkirina Esed ji ber tawanên heta niha kirina dixebitin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin