Mark Zuckerberg 11 hezar xebatkar bi carekê ji kar derxist!

Mark Zuckerberg 11 hezar xebatkar bi carekê ji kar derxist!

PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê kompaniya Metayê ku sepanên Facebook, Instagram û Whattsappê jî li xwe digire, bi yek peyamê zêdetirî 11 hezar xebatkarên xwe ji kar derxist.

Rêveberê Giştî yê Metayê Mark Zuckerberg, di peyama ku ji xebatkarên kompaniyê re şandiye de, ragihandiye ku biryara derxistina ji kar a zêdetirî 11 hezar kesan hatiye dayîn.

Herwiha Zuckerberg, biryar daye xercîneyên kompaniyê kêm bike û heta çaryeka sala 2023yan jî xebatkarên nû negire kar.

Zuckerberg, li ser vê biryarê xemgîniya xwe jî aniye ziman û bibîr xistiye, piştî pandemiya Covid-19 hêvîya zêdebûna dahatan hebû, lê pêk nehatiye û ew neçar bûne vê pêngavê bavêjin.

Beriya Metayê kompaniyên teknolojiyê yên wekî Twitter û Microsoftê dest bi derxistina ji kar a xebatkarên xwe kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin