Ciwanekî Diyarbekirî di Bendava Duhokê de xeniqî

Ciwanekî Diyarbekirî di Bendava Duhokê de xeniqî

PeyamaKurd – Li Duhokê ciwanekî ji bajarê Diyarbekirê, di bendavê de xeniqî.

Li gor zanyariyan, do derdora saet 17:00, di Bendava Duhokê de xortekî 25 salî ku ji bajarê Diyarbekirê ji bo kar hatiye Herêma Kurdistanê, xeniqî.

Hat zanîn ku navê wî Atilgan Taşçi ye û li Duhokê di kompaniyeke çêkirina xaniyan de weke xebatkarê seramîkê dixebitî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin