PeyamaKurd – Parlamentoya Îtalyayê şandina hêzê bo Deryaya Sor bi yekdengî pesend kir.
Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani, ragihandin ku parlamentoyê bi mebesta parastinê şandina hêza ewlekariyê bo Deryaya Sor bi yekdengî qebûl kir.
Hate ragihandin ku parlamentoya Îtalyayê ya ji 277 kursiyan pêk tê, bi 271 dengan şandina hêzê bo deryaya sor pejirandiye ku dê ew hêz bersiva êrîşên Hûsiyan bide.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku Hûsiyên Yemenê li Deryaya Sor êrîşî keştiyeke îtalî kiribû ev biryar hatiye standin.
Piştî şerê Îsraîl-Hemasê bi zêdebûna êrîşên Hûsiyan bi re keştiyên bazirganî de, Brîtanya û Amerîkayê hevpeymaniyeke deryayî li Derya Sor ava kiribûn û çend caran jî êrîşî bingehên Hûsiyan li Yemenê kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin