Swêdê, di ser balyozxaneyê re Îran hisyar kir

Swêdê, di ser balyozxaneyê re Îran hisyar kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji ji aliyê wezareta Swêdê ve hatin ragihandin, Balyozê Îranê yê li Stockholmê; li ser darvekirina Hebîb Cab, ji bo Wezareta Karên Derve ya Swêdê hat vexwendin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku Balyozê Îranê yê li Stockholmê, piştî darvekirina Serokê Tevgera Nîdal a Ereban (ASMLA) duh li Îranê Hebîb Cab, ji bo Wezareta Karên Derve ya Swêdê hat vexwendin û wezaretê darvekirina Hebîb Cab ku hemwelatiyê Swêdê bûye jî bi sûcdariya ku li Îranê kiryarên terorîstî kiriye, şermezar kir. 

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku wan sizayê darvekirinê wekî sizayekî nemirovane û nayê vegerandin pênase kiriye û diyar kiriye ku hemû welatên Ewropayê tevî Swêdê di bin her şert û mercî de sizayê darvekirinê şermezar dikin.

Hebîb Cab ku li parêzgeha Xûzistanê ya ku Erebên Îranê lê dijîn, bi sûcê kiryarên xwînî û hewildana kuştina zêdetirî 450 Îraniyan, duh danê sibehê hatibû darvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin