Zaharova: Em bi baldarî daxuyaniyên Erdogan disopînin

Zaharova: Em bi baldarî daxuyaniyên Erdogan disopînin

PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo bipêşxistina hevkariya piralî û bikêrhatî, ew bi baldarî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dişopînin.

Mariya Zaharova, di civîna çapemeniyê ya heftane de pirsên li ser mijarên rojevê bersivandin. Zaharova, di bersiva pirsa ‘Gelo ew li bendê ne ku hikûmeta nû ya Tirkiyeyê pêwendiyên hevseng ligel Rusya û Amerîkayê berdewam bike yan na?’ got ku

“Beriya her tiştî, Serokomarê hilbijartî yê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan gotibû ku ‘Em tekezî li ser daxuyaniyên xwe dikin ku em dixwazin ji bo bipêşxistina hevkariya xwe ya piralî berdewam bin.’

Em helwesteke wisa çêker pêşwazî dikin. Em ê ji aliyê xwe ve teşwîq bikin ku têgihîştineke bi vî rengî ya dualî pêk were û em ê encamên ku divê derkevin holê bişopînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin