Mesrûr Barzanî besdarî vekirina pêsengeha AUTO SHOW kir

Mesrûr Barzanî besdarî vekirina pêsengeha AUTO SHOW kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 2yê Adarê beşdarî vekirina Pêşangeha Navnetewî ya Otomobîlan (AUTO SHOW) a Hewlêrê bû.

Di pêşengeha navnetewî ya otomobîlan a li paytex Hewlêrê hatiye vekirin de, 75 kompaniyên ji 13 welatan bi gelek cûreyên modelên otomobîlan beşdariyê dikin.

Mesrûr Barzanî piştî vekirina pêşengehê axaftinek kir û got: “Ez kêfxweşim ku di pêşangeheke wiha bi rêkûpêkî hatîye amade kirin de min beşdarî kir. Herwiha kêfxweşim ku ez dibîhîzim eleqeyeke baş li hember wan otomobîlan heye û hêvîdarim her kesek bigihe otomobîla ku dixwaze bidest bixe û bigihe mirada xwe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin