Barzanî: Em naxwazin ku kes ji Kurdistanê, êrîsî Tirkiyê bike!

Barzanî: Em naxwazin ku kes ji Kurdistanê, êrîsî Tirkiyê bike!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku em dixwazin dîsa têkîliyên xwe bi Tirkiyê re baş bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Lijneya Wezîran civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku di demeke nêz de em ê Tirkiyê ziyaret bikin. Em dixwazin ku pêwendiyên me bi Tirkiyê re baştir bibin. Em naxwazin ku ji Kurdistanê kes êrîşî Tirkiyê bike.

Barzanî wiha berdewam kir: PKKê li Kurdistanê hinek herêm vegirtine. Ji vir êrîşî Tirkiyê dikin û vedigerine Kurdistanê. Tirkiye jî li dijî wan hinek operasyonan dike. Me gelek caran ji PKKê xwest ku van êrîşan bidin sekinandin. Di heman de em naxwazin ku kes êrîşan li ser Îranê jî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin