Parlamenterê Kurd yê berê li Parlamentoya Îranê ji koronayê can da

Parlamenterê Kurd yê berê li Parlamentoya Îranê ji koronayê can da

PeyamaKurd - Parlamenterê berê yê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê li parlamentoya Îranê, Mihemed Kerîmiyan ji ber nexweşiya vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku Mihemed Kerîmiyan roja Yekşemê li nexweşxaneyeke Tehran di 66 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye.

Kurê Mihemed Kerîmiyan, Dawûd Kerîmiyan bi daxuyaniyekê wefata bavê xwe ragihand û got, bavê min çar rojan li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşkan de bû, lê mixabin nekarî ji koronayê rizgar bibe.

Mihemed Kerîmiyan 12 salan di parlamentoya Îranê de nûneratiya bajarê Serdeşt û Pîranşarê kiriye ku herwiha ew endamê komên dostaniya navbera Îran-Awustralya, Îran-Malî û Îran-Togo bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin