PeyamaKurd – Hat ragihandin ku yata luks a olîgarkê rûsî Gennady Ayvazyan, ji bo welatên ewropî dest nedeynin ser yata xwe ya bi 50 milyon dolarî binav kir daku pereyê sîgorteya wê bistîne.
Hat diyarkirin ku yata ultra luks a bi navê My Saga ku nirxê wê 50 milyon dolar bû, li peravên Îtalyayê bi hinceta ku av ketiye nav xebatkarên wê hatine derxistin û piştre jî noqî binê deryayê hatiye kirin.
Hat zanîn ku yata navborî ji Gelîboliya Tirkiyê ber bi avên Îtalyayê ve bi rê ketiye û li gorî îdiayan ji bo ku dest nedeynin ser yatê û bikare heqê sîgorteya wê bê wergirtin, hatiye binavkirin.
Ji destpêka êrîşên Rûsya yên ser Ukraynayê ve ji bilî çend welatên wekî Tirkiye, hemû welatên ewropî û rojavayî dorpêçên aborî li ser Rûsyayê û kesên rûs sepandine, lê yatên rûsan bi hêsanî derbasî nav avên Tirkiyê dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin